| Li Dozê teqîn: 28 qurbanî | | Demê dananê : 17/12/2012 : 12:36:23 |
|
|
 | Îro danê serê sibê 17/12, du otombêlên bombekirî li navçeya Dozxormatuyê hatin teqandin û di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîdbûne û 24 kesin din jî birîndar ketine.
Jêderekê polîs yê Dozê ji PUKmedia`yê re ragihandku: Herdu teqîn di demjimêr 6:45 xulekan de li taxa naverasta navçeyê rûdan ku piraniya şêniyên wê Tirkummenên Şî`e ne û 3 zarok jî bûne qurbanî.
Wî jêderê got teqînan bazara Hesinkaran û Hisênî kirine armanca xwe.
Jêderê got: yek ser birîndar bo nexweşxaneyDozê ya giştî hatine guhastin û hin birîndar jî ji ber giraniya birînên wan ew şandine Kerkûkê. Li gor gotina jêderê polîs di encama ew herdu teqînên terorîstî de 15 xaniyên welatiyan roxane û nêzîkî 10 xaniyên din zerer dîtine.
Ji aliyê xwe ve qeymeqamê navçeya Dozê Şelal Ebdûl, ji PUKmedia`yê re got: Armanca terorîstan di vê teqînan de tenê ziyangîhandina welatiyên sivîl e.
Her weha Ebdûl da zanîn ku ew cihên ku teqîn lê encam da tu baregeh yan mala berpirsekî tune ye.
PUKmedia | | (71) Car Hatîye Xwendin |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Paşeroja Iraqê dê çibe, li gor aloziyên niha tê re debaz dibe? |
|
|
|
|
|
|