English   |   Kurdî   |   كوردى   |   عربى
Hunerî    Werziş    Teknolojî    Corane
Têkiliyê bi me bike li:
facebook twitter google + skype rss-feed youtube
stîvn bîdl taybetmendî karubarî nêwdewletîî bo gulan: hîwadaram helbjardnekanî êraq hengawêk bn be arastey rast û drustda
Mesrûr Barzanî: xebatî ême bo serbexoyye
Serok Barzanî nameyek arasteyî Serokê Filistînê kir
  •  Li rojavayê Bexdayê teqîneke xwekujî li restaurantekê de pêkhat!
  •  YPG: Hevrêzî di navbera DAIŞê û Rûsya de heye
  •  Sedr: Gelê Iraqê cezayê wan kesan da ku dixwestin gelê Kurd ceza bikin
  •  KURDISTAN - DAIŞê êrîşî gund kir: Kuştî û birîndar hene
  •  Sizaye parlementerê HDPê Îdrîs Baluken hat pesendkirin
  •  Serokomarê Iraqê: Divê Kurd bi şandeke hevbeş werin Bexdayê
  •  Supaya Pasdaran gefê li Amerîka dike
  •  Hevserokê HDPê bo Rûdaw: Demirtaş di gera duyem de dê bibe serokomar
  •  Termê Adil Murad geheşt Kurdistanê
  •  Çekdarên DIŞIê Moxtarê gundekê kuştin
Last Updated: 24/05/2018 07:25:54 am
Gulan Mîdya - Serokwezîr:Yekdengiya aliyên kurd li Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê giring e
Serokwezîr:Yekdengiya aliyên kurd li Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê giring e
Share
Demê dananê: 17/05/2018 : 10:03:4637 Car Hatîye Xwendin‌‌‌
  

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşem 2018-05-16 di civîneka rojnamevanî de behsa pirosêsa hilbijartina Parlemantoya Îraqê û hin pirsên têkildar bi hilbijartin û rewşa deverê kir.

Li despêkê pêrozbahiya serketina hilbijartina Encumena Nûneran li gelê Îraqê bi giştî û gelê Kurdistanê bi taybetî kir. Herwiha spasiya welatiyan kir ji bona pişkdarî kirin di pirosêsa dengdanê, ku bi awayekê aram û bê arîşe rêveçû.

Serokwezîr hêvî xwest serdema piştî hilbijartinê bibe destpêkek ji bo vê yekê siyatmedarên Îraqê biazanin ku divê pitir giringiyê bi pêdawîstî û daxwazkariyên gelê Îraqê ji bo bi dest anîna jiyaneka bextewer û rewşeka baştir li warê xizmetkarî û dabîn kirina kar bidin.

Barzanî ev yeke jî got ku piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijatinê, diyalog ji bo pêk anîna kabîneya nû ya Îraqê li Bexdayê destpê dike û aliyên Kurd bi cidî beşdar dibin.

Serokwezîr bi spas kirina Komîsiyona Blinda Hilbijartinan û saziyên asayişê got wek hûn dizanin asta beşdarî kirina hilbijartinê li Herêma Kurdistanê li berawird tevî parên din yên Îraqê zêdetir bû, eva nîşaneyeka baş e ji bo Herêma Kurdistanê ku hêjayê rêz girtinê ye.

Barzanî herwiha got Herêma Kurdistanê hest dike ku di Îraqê de serdem û destpê kirineka nû ye û dixwaze li ser bingeha rêketin û hevpariyê tevî Bexdayê bigehe çareseriyekê ku di berjewendiya gelên Îraq û Kurdistanê de be. Herêma Kurdistanê bi vê hêviyî diçe Bexdayê. Bê guman yekdengiya aliyên Kurdistanî gelek giring e divê em yekrêziya nav mala xwe biparêzin û bi ytekêtî li Bexdayê berhev bin.

Li bersiva pirsyarên derbarê destpê kirina diyalog tevî aliyên Îraqê xuyakir: em bi yek awayî hemû aliyan dibînin, lê heya niha bi awayekê fermî diyalog ji bo pêk anîna hikûmet û hevpeymaniyan destpê nikirine û di demeka nêz de şandeya Kurdistanê diçe Bexdayê û bê cudahî tevî hemû aliyan dicive.

Serokwezîr derbarê nerazî bûna şeş aliyên Herêma Kurdistanê ji encamên hilbijartinê ragihand: şeş aliyên siyasî dilgiraniya xwe li piroseya hilbijartinê li Silêmaniyê û Kerkûkê xuyakirine, ji bo vê yekê jî ku qafiye ya helbesta wan bi başî rêve biçe, Hewlêr û Duhok jî zêde kirine. Em ji dilgiraniyên wan tê digehin û min wek Serokê Hikûmeta Herêmê ev nûçeye bihîstiye û li ser vê pirsê dilgiranim û daxwazê ji Kimîsiyona hilbijartinê dikim ku daxwazên wan bi cidî werbigire, ji ber ku yekdengiya me li Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê giring e.

Derbarê diyalog û hevdîtin tevî rayedarên Amerîkayê û helwesta wan ji bo pêşeroja Îraqê xuyakir: min li Hewlêr Brret MacGurk dît û em di çarcoveya piroseya siyasiya Îraqê bi hev re civiyane.

Her wiha got Amerîka jî daxwazê dike hikûmetek pêk bihê ku di xizmeta hemû welatiyên Îraqê de be. Ew vê pirsê bi piroseyeka Îraqî dizanin û dixwazin Îraqî bi xwe biryarê bidin û dixwazin hikemetek pêk bihê ku giringiyê bi xizmetkarî û jiyana rojane, aborê û derfeta kar ji bo gelê Îraqê bide. Biryar e McGurk serdan Serok Barzanî jî bike.

Serokwezîr daxwza kir aliyên Kurdî ku 57 kursî ji bo parlemantoya Îraqê bi dest xistine bi hev re bin û bi firaksiyneka yekgirtî beşdariyê bikin û divê dilgraniyên aliyên siyasî bihê çareser kirin. Bo vê yekê jî amaje bi çareser kirina dilgraniyên wan li Silêmaniyê û Kerkûkê ji aliyê Komîsiyona Hilbijartinê kir.

Barzanî derbarê hilbijartinên Kurdistanê jê got: min daxwza hilbijartinên Herêma Kurdistanê kiriye û çi pirsgirêkekê ji bo hilbijartina Serokatiya Herêmê, yan Parlemantoyê, yam Encumena Parêzgehan nabînim. Wek PDK jî em ji bo wan hilbijartinan berhev in.

Li bersiva pirsiyarekê derbarê bandora paş ketina pêk anîna kabîneya nû ya Îraqê li ser hilbijartina Parlemantoya Kurdistaê xuyakir: me dema rêveçûna hilbijartinan diyar kiriye û li demê diyarkiriê dihên sazkirin.

Barzanî wergirna posta Serokatiya Komara Îraqê yan her posteka serverî li Hikûmeta ayindeya Îraqê bi mafên Kurdan daye zanîn û got: pirsgirêka Kurd li Bexdayê post nine, ji vê yekê mezintir e, Kurd 12 sal e çavrê bi cih anîna Destûra Îraqê ye. Lê 12 sale destûr bi cih nahê. 12 sale hevbeşî nemaye. 12 sal e kar ji bo aramiya siyasî li Îraqê nahê kirin. Divê me dîtingeheka ruhin ji bo Îraqa piştî hilbijartinê hebe. Serhildan DAIŞê ji ber siyasta borî bû. Rifiranadûma Kurdistanê ji ber bê hêvî bûna Kurdan li Bexdayê rêveçû, ku naxwze destûr bi cih bihê.

Herwiha got pirsgirêka me gelê Îraqê nine, em birayên hevin, lê divê eva ku ji bo pêşeroja Îraq pêdviye bi cih bihêt.

Li rojavayê Bexdayê teqîneke xwekujî li restaurantekê de pêkhat!
YPG: Hevrêzî di navbera DAIŞê û Rûsya de heye
Sedr: Gelê Iraqê cezayê wan kesan da ku dixwestin gelê Kurd ceza bikin
KURDISTAN - DAIŞê êrîşî gund kir: Kuştî û birîndar hene
Sizaye parlementerê HDPê Îdrîs Baluken hat pesendkirin
Gelo şerê PKK û Artêşa Turkiye di berjewendiya kurdan de ye ya na?
Nûçe
  Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
  Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
  Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
  Corc Boş: ez giriyam demê Celal Telebanî bûye serokê Iraqê
  PKK demê agir besta xwe ya yekalî dirêjtir kir
  Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Raport
  Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
  Hikûmdariya Baş "Good Governance"
  Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
  Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
  ''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
  Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Dîmane
  N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
  Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
  Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
  Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
  Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Gotar û Nerîn
  Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
  Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de
  Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
  Serxwebûn û Autonomî
  Supa, Demokrasî û Qanûn
  Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
  Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê
Hunerî
  "Egîd bavê şîhab" bi cilên kurdî li Kurdistanê ye
  Deşnê di "Tatlises Pingo" de stranbêja herî sêksî bû
  Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir
  Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
  Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
  Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
  Brader li Şirnexê beşdarî Festîvala Hunguv dibe

Destpêk  |  Nûçe  |  Raport  |  Dîmane  |  Gotar û Nerîn  |  Civakî  |  Hunerî  |  Corane  |  Kovar  |  Derbarê me  |  Peywendî

All rights reserved © gulan-media.com 2005
Developed by: Dashti Ibrahim
Online :14 Visitor : 13280013