English   |   Kurdî   |   كوردى   |   عربى
Hunerî    Werziş    Teknolojî    Corane
Têkiliyê bi me bike li:
facebook twitter google + skype rss-feed youtube
elî xdr mîrza kesayetî eayînî êzîdî bo gulan: pekeke le xemî êzîdîyekanda nîyeu buwete berbest leberdem awedankrdnewe û aramkrdnewey nawçey şngal
başûrî kurdistan wek ezmûnî dewletêkî ranegeyendraw
Serok Barzanî pêşwaziya Xwendekarên Yekemên Kurdistanê kir
  •  Şaredariya Cizîrê navenda jinan vekir
  •  Li navçeyek başûrê Kerkûkê hêzeke milîs tê pêkanîn!
  •  Baydemîr: Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
  •  Washington Tames: Kurd hevparê steratejîk ya Amerîkayê ye
  •  PKK Endamekî PDK-S li bajarê Dêrikê revandin
  •  Rêveberek PDKê: Em li gel Gorran rûpelek nû vedikin!
  •  Helîkoptereke cengî ya Almanyayê kete xwarê
  •  Şîrovekarekî Brîtanî: Rûsya, Sûriye û HSDê navendên hevehengiyê damezrandine
  •  Başûr - Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî kurdên Kakeyî kirin
  •  Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin
Last Updated: 27/07/2017 10:21:09 am
Gulan Mîdya - Hilnedana Ala Kurdistanê di konfransa şêwrê ya KNKê de rastî nerazîbûnê hat
Hilnedana Ala Kurdistanê di konfransa şêwrê ya KNKê de rastî nerazîbûnê hat
Share
Demê dananê: 17/07/2017 : 12:02:1136 Car Hatîye Xwendin‌‌‌
  

Partiya Kesk a Kurdistanê li hembar nedanîn û hilnedana Ala Kurdistanê di Civîna Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê de ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Silêmaniyê birêve bir, nerazîbûn nîşan da.

Ji duh şembiyê ve, bi amadebûna hejmarek partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li bajarê Silêmaniyê konfransek bi navnîşana Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê hat sazdan.

Ev konfrans ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku baregeha wê li Brukselê ye hatibû sazdan û bo dema 2 rojan berdewam bû, ku îro roja duyem û dawî ya vê konfransê bû.

Di demekê de ku ew konfransa hejmarek hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanî bi armanca yekrêzî û yekîtiya netewî ya navbera hemû aliyên Kurdistanê û li ser axa Başûrê Kurdistanê hat sazkirin, lê belê Ala Kurdistanê di her du rojên birêveçûna Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê li salona konfransê nehatibû danîn.

Nedanîn û hilnedana Ala Kurdistanê di civînên Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê de ku KNKê serpireştiya wê dikir, bû cihê nerazîbûna beşdarên konfransê.

Partiya Kesk a Kurdistanê li hember wê yekê bertek nîşan da û nerazîbûna xwe aşkere kir.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê, Milko Baziyanî di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de rexne li nedanîna Ala Kurdistanê di dema birêveçûna wê konfransê de girt û got: “Nabe ku civînek wisa were lidarxistin û Ala Kurdistanê jî neyê hildan.”

Milko Baziyanî da xuyakirin: “Em li Başûrê Kurdistanê di demekê de ku ber bi referandumê û serxwebûnê ve diçin, me têbînî kir, ku di civîneke wiha de yek Ala Kurdistanê jî nehatiye danîn.”

Baziyanî got: “Tenê aleke pir biçûk ku bi qasî botlekê avê bû, li ser maseyê hatibû danîn, her ji ber wê çênabe ku di civîneke wisa de Ala Kurdistanê neyê danîn.”

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê derbarê acendaya civînan de jî ji Rûdawê re diyar kir: “Di acendaya konfransê de ku gihîştiye destê me, hatiye daxwazkirin ku arîşeyên Başûrê Kurdistanê werin gengeşekirin, lê belê bi ser hemû wan mijaran re derbas bûn û behsa hin tiştên din hat kirin.”

Milko Baziyanî destnîşan kir, ku civîna li Silêmaniyê weke hev naskirina navbera çend partiyên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê ye û tekez dike, ku ew di vê baweriyê de nîne, ku ti xal û pêşniyarên ku di civînê de werin dan, bihêne cîbicîkirin.

Baziyanî derbarê sedema cîbicînebûna pêşniyarên wê civînê de jî dibêje, ew aliyên ku pêwîst e ew pêşniyar pêşkêşî wan were kirin, di civînê de amade nînin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Başûrê Kurdistanê, partiyên endam di Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ yan HDKÎ), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat anku HDK) û Sazumana Xebata Kurdistana Îranê ji wan partiyan bûn, ku di konfransa Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê de amade nebûn.

Rudaw

Li navçeyek başûrê Kerkûkê hêzeke milîs tê pêkanîn!
Baydemîr: Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Washington Tames: Kurd hevparê steratejîk ya Amerîkayê ye
PKK Endamekî PDK-S li bajarê Dêrikê revandin
Rêveberek PDKê: Em li gel Gorran rûpelek nû vedikin!
Gelo şerê PKK û Artêşa Turkiye di berjewendiya kurdan de ye ya na?
Nûçe
  Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
  Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
  Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
  Corc Boş: ez giriyam demê Celal Telebanî bûye serokê Iraqê
  PKK demê agir besta xwe ya yekalî dirêjtir kir
  Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Raport
  Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
  Hikûmdariya Baş "Good Governance"
  Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
  Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
  ''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
  Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Dîmane
  N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
  Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
  Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
  Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
  Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Gotar û Nerîn
  Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
  Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de
  Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
  Serxwebûn û Autonomî
  Supa, Demokrasî û Qanûn
  Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê
  Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
Hunerî
  "Egîd bavê şîhab" bi cilên kurdî li Kurdistanê ye
  Deşnê di "Tatlises Pingo" de stranbêja herî sêksî bû
  Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir
  Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
  Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
  Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
  Brader li Şirnexê beşdarî Festîvala Hunguv dibe

Destpêk  |  Nûçe  |  Raport  |  Dîmane  |  Gotar û Nerîn  |  Civakî  |  Hunerî  |  Corane  |  Kovar  |  Derbarê me  |  Peywendî

All rights reserved © gulan-media.com 2005
Developed by: Dashti Ibrahim
Online :13 Visitor : 13085129