English   |   Kurdî   |   كوردى   |   عربى
Hunerî    Werziş    Teknolojî    Corane
Têkiliyê bi me bike li:
facebook twitter google + skype rss-feed youtube
Rojhat Amedî : amancî PKK xzmetkrdnî kurdanî êzîdî nîye، tenya deyewêt deverî şngal bo berjewendîî êran bekar bhênêt
Tramp înzarêk arastey Surya û Êran dekat .... dîns Ros*
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sedir kir
  •  Salih Mûslim bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir: Bêdeng nemînin!
  •  Serok Barzanî: Dijmin xwest bi wêran kirina Qeladizê îradeya xelk bişkîne
  •  Erdogan: Ermen û Tirkan hezar salî bi hev re mane
  •  Lijneya asayîşa parlamentoya Kurdistanê: Divê PKK bilez Şingalê vala bike
  •  Deverdarê Şingalê: PKKê ji bombebarana frokeyên Tirkîyê berpirse
  •  Serokê encumena Şingalê: PKKê nehîşt em pêşmergeyên birîndar bibin nexweşxanê
  •  Wezareta pêşmerge: Bombebarana cihên pêşmerge ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûl kirin
  •  Firokeyên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin
  •  Tirkiye Şingal bombebarankir: 5 pêşmerge şehîd bûn
  •  Peyma hikûmetê di bîranîna karesata Qeladizê de
Last Updated: 25/04/2017 10:23:08 am
Gulan Mîdya - Nîqaşên HDP û Ak Partiyê li ser dengên Kurdan
Nîqaşên HDP û Ak Partiyê li ser dengên Kurdan
Share
Demê dananê: 21/04/2017 : 09:43:4534 Car Hatîye Xwendin‌‌‌
  

Encamên li ser derbasbûna dengên erê ya Referandûma Tirkiyeyê, bi xwe re gelek nîqaş anîn. Yek ji nîqaşên ku di navbera Ak Partî û HDP’ê tê kirin, kêmbûna dengên Kurdan e ku li gorî amajeyên Ak Partiyê ew deng ji bo piştgiriya dengê erê hatine bikaranîn. Rayedarên HDP’ê vê amajeyê red dikin û dibêjin; ‘Dengên kesên ku ji ber polîtîkayên Ak Partiyê nikaribûne biçin ser sindoqan; nayê wateya qebûlkirina referandûmê lê Ak Partî dixwaze bi van nîqaşan hêza nav Kurdan parçe bike.

Piştî referandûma 16’ê Nîsanê ku ji sedî 51.35 bi dengên erê û ji sedî 48.65 bi dengên nexêr bi encam bû; hem li qada Tirkiye û Bakûr, hem li qada navneteweyî nîqaşên li ser rewabûna hilbijartinan ketin rojevê. Li ser amajeyên ku dengên Kurdan referandûmê bi ser xist; Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku, di nîqaşên rewabûna hilbijartinê de îdiaya ku Kurdan piştgiriya Ak Partiyê kiriye, ji bo dûrxistina Kurdan a ji qada siyasete, lîstikeke hişmendiyê ye.

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got: “Di 16’ê nîsanê de ev encam vê nîşan dide ku; encama ji Cizîrê derketiye, encama ji Enqereyê derketiye, Encama ji Geverê derketiye, encama ji Diyarbekirê derketiye, biryara gel li ber çavan radixe. Bi rastî yên ku dixwazin li Tirkiyeyê siyasetê bikin, bila fêm bikin ku heger Kurdan nekin nav hesabê xwe, dê di siyasetê de têk biçin.”

Rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da zanîn ku di pêvajoya bangeşiya referandûmê de rayedarên Hikûmetê ji qalkirina naveroka 18 xalan zêdetir, ji bo reşkirina alîgirên dengê nexêr xebat meşandine û bi girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd, dijberiya ji bo pirsa Kurd aşkera kirine. Li ser nîqaşên ku ji aliyê HDP’ê ve li ser nêzîkahiya Kurdan a Ak Partiyê hatin ragihandin; Serokê Teşkîlata Ak Partiya Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar amaje kir ku gel hêviya çareseriya pirsa Kurd, ji Ak Partiyê dîtiye loma bi dengên erê piştgiriya referandûmê kiriye.

Serokê Teşkîlta Ak Partiya Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar ji K24ê re wiha axivî: “Serokomarê me jî, rayedarên hikûmeta me jî her tim alîgirên aştiyê bûne. Destên ku ji bo aştiyê hatine dirêjkirin, tu car paşve venegerandine. Lê niha li bakûr aramî serdest e, em dixwazin ku ev aramî dewam bike. Û em dibin şahed ku xelkê herêmê siyaseta xendekan beralî kiriye. Ji ber vê yekê jî berpêçûna Kurdan a ji bo Ak Partiyê heye. ”

Di Referandûma 16’ê Nîsanê de li 11 bajarên Bakûrê Kurdistanê dengê Nexêr, li 12 bajaran jî dengê Erê derket. Li gorî Rayedarên Hikûmetê, ji bajarên ku gotine nexêr jî rêjeya erê zêde bûye. Rayedarên HDP’ê jî amaje dikin ku; Ak Partî bêderfetiya mexdûrên koçber ji bo siyaseta xwe bi kar tîne. Tevî hemû nîqaşan, xelkê bakûr, ji niha û pê ve li benda aramî û aştiyeke mayînde ye

K24

Salih Mûslim bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir: Bêdeng nemînin!
Serok Barzanî: Dijmin xwest bi wêran kirina Qeladizê îradeya xelk bişkîne
Erdogan: Ermen û Tirkan hezar salî bi hev re mane
Lijneya asayîşa parlamentoya Kurdistanê: Divê PKK bilez Şingalê vala bike
Deverdarê Şingalê: PKKê ji bombebarana frokeyên Tirkîyê berpirse
Gelo şerê PKK û Artêşa Turkiye di berjewendiya kurdan de ye ya na?
Nûçe
  Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
  Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
  Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
  Corc Boş: ez giriyam demê Celal Telebanî bûye serokê Iraqê
  PKK demê agir besta xwe ya yekalî dirêjtir kir
  Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Raport
  Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
  Hikûmdariya Baş "Good Governance"
  Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
  Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
  ''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
  Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Dîmane
  N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
  Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
  Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
  Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
  Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Gotar û Nerîn
  Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
  Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de
  Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
  Serxwebûn û Autonomî
  Supa, Demokrasî û Qanûn
  Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê
  Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
Hunerî
  "Egîd bavê şîhab" bi cilên kurdî li Kurdistanê ye
  Deşnê di "Tatlises Pingo" de stranbêja herî sêksî bû
  Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir
  Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
  Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
  Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
  Brader li Şirnexê beşdarî Festîvala Hunguv dibe

Destpêk  |  Nûçe  |  Raport  |  Dîmane  |  Gotar û Nerîn  |  Civakî  |  Hunerî  |  Corane  |  Kovar  |  Derbarê me  |  Peywendî

All rights reserved © gulan-media.com 2005
Developed by: Dashti Ibrahim
Online :15 Visitor : 13037587