English   |   Kurdî   |   كوردى   |   عربى
Hunerî    Werziş    Teknolojî    Corane
Têkiliyê bi me bike li:
facebook twitter google + skype rss-feed youtube
Îbrahîm Xalîd : PKK bawerî be milmilanêy syasî nîye û erkî ew dujminayetî û dijayetî netewey xoyetî
Le çawerwanî .. werçerxanêk lenaw prosey syasî kurdstanda
Serok Barzanî li gel Serok Wezîrê Bulgarîstanê civiya
  •  Lupine Travel: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye
  •  29 Gerîlayên PKKê Canê xwe ji dest dan
  •  Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov li Rûsyayê dicivin
  •  Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê li Hewlêrê civiyan
  •  PDKê bi boneya 41emîn Şoreşa Gulanê peyamek belav kir
  •  Tirkiya: Biryara Amerîkayê dijî zêrevanên Erdoganî şaşe
  •  Serok Barzanî li gel Serok Wezîrê Bulgarîstanê civiya
  •  Amnesty: Bi buhaya milyarek Dolar çek li Iraqê winda bûne
  •  Çekdarên DAIŞê 23 kesên malbateka Kurd kuştin
  •  Biro: Emê bo hilweşandina rêveberiya PYDê ya ne rewa kar bikin
Last Updated: 26/05/2017 04:21:30 pm
Gulan Mîdya - Hezar şervanên Êzidî tevlî pêşmerge bûn
Hezar şervanên Êzidî tevlî pêşmerge bûn
Share
Demê dananê: 13/03/2017 : 12:07:5624 Car Hatîye Xwendin‌‌‌
  

Hêza Parastina Êzidxan a di bin fermandariya Heyder Şeşo de bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bû. Di qonaxa yekemîn de ji 4 hezar û 780 pêşmergeyan navê hezar kesan di lîsteya Wezareta Pêşmerge hatiye nivîsandin.

Di destpêka êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de Endamê Civata Navendê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Heyder Şeşo bi tevê hêzek şervanan li nêzîkî Mezargeha Şêx Şerfedîn a li Çiyayê Şingalê dest bi berevniyê kir. Lewma di demekê kurd de hejmareke zêde yê kurdên êzidî li dora wî civiyan.

Paşî Heyder Şeşo hêza xwe di bin navê Hêza Parastina Êzidxanê de birêxist. Heyder Şeşo ji ber alîkariyan ji Bexdayê werdigre, ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve çend rojan hate binçavkirin.

Bi taybet piştî vê bûyerê li ser bifermîkirina vê hêzê tê axaftin. Lê berpirsên Wezareta Pêşmerge pêşiya wê soz dabûne Şeşo, ku eger pêwendiyên xwe yên ligel Bexdayê qut bike dê hêza wî bi fermî be û bikeve ser Wezareta Pêşmerge.

Piştî salekê roja 12/03/2017 Wezareta Pêşmerge soza xwe pêkanî û biryar da hezar çekdarên vê hêzê beşdarî nav Hêzên Pêşmerge bibe.

Li gorî amaran hejmara Hêza Parastina Êzidxan 4 hezar û 780 şervan in. Ji ber vê yekê, wergirtina tenê hezar kesan bû cihê rexneyê.

Xidir Xalidê 34 salî yek ji wan şervanan e ku navê wî di lîsteya hezar kesî de nebûye, ji Rûdawê re got; “Hê ji destpêka êrîşên DAIŞê ve ez di nav Hêza Parastina Êzidxanê de me. Bi çeka xwe şer dikim. Lê jiber ez ne kesekî nêzîkî Heyder Şeşo bûm, navê min nehate nivîsandin.”

Beriya niha dihate gotin, ku ev hêz serbi heşda Şeibî ye. Ji ber Heyder Şeşo Endamê Civata Navendî ya YNKê bû, dihate gotin, ku ev hêz nêzîkî YNKê ye.

Lê Heyder Şeşo van gotegotan red dike û dibêje; “Beriya êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê ez Endamê Civata Navendî ya YNKê bûm. Lê piştre weke kurdekî êzidî min berevanî kir. Ew kesên hatine derdora min kombûne jî ji bo parastina Şingalê û Êzidxanê hatine, ne ku ji bo endamtiya min a YNKê, yan aliyekê din.

Li gorî gotina Şeşo, Hêza Parastina Êzidxan bi merc beşdarî nav Wezareta Pêşmerge bûye ew jî ev e ku dê Hêza Parastina Êzidxan bi nav û ala xwe di nav wezaretê de bimîne.

Heyder Şeşo di vê mijarê de got; “Çawa ku berî min bêyî alîgirî berevanî kiribe, her wisa jî dimînim. Nav, ala û logoya me ya taybetî dê bimîne. Emê di nav Wezareta Pêşmerge de hêzekî bê alî bin.”

Derbarê wan şervanên din ên navên wan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de nehatiye nivîsandin Heyder Şeşo diyar kir; “Hejmara hêza me 4 hezar û 780 kes in. Niha navê hezar kesan hatiye tomarkirin. Eve w kes in, ku hê ji destpêkê ve ligel me bûne. Ev yekemîn qonaxa bifermîkirina hêza me ye. Di hefteyên pêş me de jî ewên din jî dê bibin fermî. Ez nahêlim ked û xwîdana ti şervanekî êzidî vala here.”

Heyder Şeşo herwiha got; “Ji vir şûnde dê ev hêz ser bi Wezareta Pêşmerge be. Ji Şingalê heta Xaneqînê, li ku derê erk bidin me, ferman bidin me em amadene berevaniya xaka Kurdistanê bikin.”

Rudaw

Lupine Travel: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye
29 Gerîlayên PKKê Canê xwe ji dest dan
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov li Rûsyayê dicivin
Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê li Hewlêrê civiyan
PDKê bi boneya 41emîn Şoreşa Gulanê peyamek belav kir
Gelo şerê PKK û Artêşa Turkiye di berjewendiya kurdan de ye ya na?
Nûçe
  Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
  Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
  Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
  Corc Boş: ez giriyam demê Celal Telebanî bûye serokê Iraqê
  PKK demê agir besta xwe ya yekalî dirêjtir kir
  Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Raport
  Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
  Hikûmdariya Baş "Good Governance"
  Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
  Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
  ''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
  Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Dîmane
  N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
  Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
  Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
  Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
  Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Gotar û Nerîn
  Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
  Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de
  Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
  Serxwebûn û Autonomî
  Supa, Demokrasî û Qanûn
  Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê
  Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
Hunerî
  "Egîd bavê şîhab" bi cilên kurdî li Kurdistanê ye
  Deşnê di "Tatlises Pingo" de stranbêja herî sêksî bû
  Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir
  Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
  Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
  Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
  Brader li Şirnexê beşdarî Festîvala Hunguv dibe

Destpêk  |  Nûçe  |  Raport  |  Dîmane  |  Gotar û Nerîn  |  Civakî  |  Hunerî  |  Corane  |  Kovar  |  Derbarê me  |  Peywendî

All rights reserved © gulan-media.com 2005
Developed by: Dashti Ibrahim
Online :14 Visitor : 13053701