English   |   Kurdî   |   كوردى   |   عربى
Hunerî    Werziş    Teknolojî    Corane
Têkiliyê bi me bike li:
facebook twitter google + skype rss-feed youtube
Îbrahîm Xalîd : PKK bawerî be milmilanêy syasî nîye û erkî ew dujminayetî û dijayetî netewey xoyetî
Le çawerwanî .. werçerxanêk lenaw prosey syasî kurdstanda
Serok Barzanî hatina meha Remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir
  •  “Endamekî YNKê heqaret li Pêşmerge kiriye”
  •  Erdogan û Putîn li ser xurtkirina pêwendiya startejîk lihev kirin
  •  Almanya derbarê Incirlîkê 2 hefteyan muhlet dide Tirkiyê
  •  Amerîkayê vîzeya Salih Muslim red kiriye
  •  Gelek parlamenterên Iraqê helmetek dijî referandoma herêma Kurdistanê dane destpê kirin
  •  Êrîşa terorîstiya bajarê Mîna li Misirê şermezar dike
  •  Li derya spî karesateke penaberan: 34 kes mirin!
  •  Nadya Mûrad: Ez ditirsim Şingal bibe sê parçe
  •  Serokwezîrê Kanadayê: Bi saya Pêşmerge herêm aram bû
  •  Serok Barzanî hatina meha Remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir
Last Updated: 27/05/2017 07:02:53 pm
Gulan Mîdya - Bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê hat vekirin
Bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê hat vekirin
Share
Demê dananê: 12/01/2017 : 12:06:0036 Car Hatîye Xwendin‌‌‌
  

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hevrê digel Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr, parlamenter û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistan, beşdarî di merasima vekirina ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê kir û biryara hikûmeta Japonê ya vekirina konsulxanyê bilind nirxand.

Di merasimê de ku, êvariya roja çarşemê 11.01.2017ê li bajarê Hewlêrê birêve çû û Kantaro Sonoura wezîrê dewleta Iaponê bo karûbarên derve amade bû, serokwezîr biryara japonê a vekirina ofîsa konsulxaneya xwe li Hewlêrê bilind nirxan û piştevaniya hikûmet û saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebat û çalakiyên wê ofîsê nîşan da.

Barzanî hêvê kir ku, vekirina ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê bibe hokarê zêdetir pêşkeftina têkeliyên navbera Kurdistan û Japonê di hemû waran de bi awayekî ku di berjewendiya her du gelên kurd û japonî de be.

Felah Mistefa berpirsên têkeliyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasimê de, peyva hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeş kir û tê de îşaret bi wê yekê kir ku vekirina ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê destpêka qonaxeke nû ya têkeliyên navbera Japon û Herêma Kurdistanê ye, herwesa got ku, vekirina wê ofîsê wê yekê nîşan dide ku civaka navdewletî bawerî bi emin û ewlehiya Herêma Kurdistanê heye.


- Îro destpêka qonaxeke nû û hildana rûpelk din e ji têkeliyên me yên dualî. Em biryara vekirina ofîsa nûneratiya hikûmeta Japonê li Herêma Kurdistanê bilind dinirxîn in û ev yek di warê baştirkirina têkeliyên me yên dualî li ser rêya binyatdanana stratejiyeke hevbeş a domdirêj pêngaveke erênî û rast bû.

Mistefa got ku her ji sala 2003ê were hikûmeta Japonê bi rêya sazya CAYKA û saziyên din, bi berfirehî beşdarî di xebatên avadankirin, çespandina ewlehiyê û biyatdanan sazîyan û geşepêdana Îraq û Kurdistanê de kiriye.

- Piştî diyarbûna grûpa terorîstiya DAÎŞ li Îraqê, welatê Japonê yek ji wan welatan bû ku roleke sereke di kêmkirina êş û azarên penaberên surî û koçberên navxweyî yên Îraqê yên li herêma Kurdistanê lîst. Ew qerzên Japon bi Îraqê dide ji bo Herêma Kurdistanê jî di sektorên elektirîk û avê de mifa hebûye.

- Di nava sê salên borî de Herêma Kurdistanê di şerê cîhaniyê dijî terorê de serê rime bûye. Bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî ku, Amerîka serokatiya wê dike, em rûbirûyê rêxistina terorîstiya DAÎŞ bûn û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê karîn rêxistina terorîstiya DAÎŞ têkbişkênin û efsaneya wê jinav bibin, lê mixabin, di vê rûbirûbûnê de, ji bona bergirîkirin ji mirovatiyê û pirensîpên mirovatiyê li cîhanê, Herêma Kurdistanê 1669 şehîd dan.

- Tevî wan tehedayên di nava van sê salan de rastê herêma Kurdistanê hatine, hêzên asayşê û pêşmerge karîn aramî û emniyeta hevwelatiyên Kurdistanê biparêzin. Bê guman, vekirina vê ofîsê di vê rewşa dijwar de nîşana baweriya civaka navdewletî bi Herêma Kurdistanê ye.

“Endamekî YNKê heqaret li Pêşmerge kiriye”
Erdogan û Putîn li ser xurtkirina pêwendiya startejîk lihev kirin
Almanya derbarê Incirlîkê 2 hefteyan muhlet dide Tirkiyê
Amerîkayê vîzeya Salih Muslim red kiriye
Gelek parlamenterên Iraqê helmetek dijî referandoma herêma Kurdistanê dane destpê kirin
Gelo şerê PKK û Artêşa Turkiye di berjewendiya kurdan de ye ya na?
Nûçe
  Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
  Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
  Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
  Corc Boş: ez giriyam demê Celal Telebanî bûye serokê Iraqê
  PKK demê agir besta xwe ya yekalî dirêjtir kir
  Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Raport
  Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
  Hikûmdariya Baş "Good Governance"
  Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
  Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
  ''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
  Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Dîmane
  N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
  Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
  Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
  Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
  Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Gotar û Nerîn
  Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
  Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de
  Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
  Serxwebûn û Autonomî
  Supa, Demokrasî û Qanûn
  Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê
  Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
Hunerî
  "Egîd bavê şîhab" bi cilên kurdî li Kurdistanê ye
  Deşnê di "Tatlises Pingo" de stranbêja herî sêksî bû
  Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir
  Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
  Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
  Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
  Brader li Şirnexê beşdarî Festîvala Hunguv dibe

Destpêk  |  Nûçe  |  Raport  |  Dîmane  |  Gotar û Nerîn  |  Civakî  |  Hunerî  |  Corane  |  Kovar  |  Derbarê me  |  Peywendî

All rights reserved © gulan-media.com 2005
Developed by: Dashti Ibrahim
Online :14 Visitor : 13054303